Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê bi boneya sersalê, şahiyek ji malbatên şehîdan û zarokên wan re li hola goristana Şehîd Delîl Saroxan li dar xist.
Di Şahiyê de bi sedan ji endamên meclisê, nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser, endamên partiyên siyasî, jin û zarokên şehîdan amade bûn.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Hisên Qamişlo, bixêrhatina hemû beşdaran kir û diyar kir ku bi hêvî ye Rêber Abdullah Ocalan di sala bê de bi fizîkî azad bibe, sala bê bibe sala aştî û serkeftinê.
Piştî axaftinê, sînevîzyonek li ser Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan hat pêşandan.
Di dawiya şahiyê de hunermend Newroz Efrîn, hunermend Selman û koma Zîlan stran gotin.
