KONGRA STAR A BAJAROKÊ TIL RIFET XEBATÊN XWE YA 2 SALAN NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Kongra Star a bajarokê Til Rifet a Kantona Şehbayê civîna xwe ya 2 salan li darxist û tê de rewşa jinan li Şehbayê nîqaş kir.

Di civînê de hemû jinên di saziyên Rêveberiya Xweser de kar dikin beşdar bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, rewşa siyasî û geşedanên dawî yên li herêmê hat nirxandin, her wiha rapora 2 salan a karûxebatên kongra star hat xwendin û ji aliyê beşdaran ve hat nîqaşkirin.

Paşê perisbektîvên Rêber Abdullah ocalan hatin xwendin û rewşa jinan a li kantona Şehbayê, zehmetî, astengî û têkoşîna wan hat nirxandin.

Di civînê de piştî nirxandinan, beşdaran li ser awayê mezinkirina têkoşîna azadiyê û ferehkirina rêxistinbûyîna jinan nêrîn û pêşinyarn xwe pêşkêş kirin.

Share This Article