LI QAMIŞLO YEKITIYA XWENDEKARAN JI BO ZIMANÊ KURDÎ XWEPÊŞANDAN LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Yekitiya Xwendekaran li bajarê Qamişlo xwepêşandan li dar xist û daxwaz kir zimanê kurdî qanûnî were naskirin.

Çalakî di bin diruşmeya ” Ziman nasnameya me ye, li gorî qanûnên navneteweyî perwerdeya bi zimanê dayîkê ji mafê me ye ” hat lidarxistin.

Xwepêşandan ji çerxerêya Osman Sabrî dest pê kir.

Beşdarên xwepêşandanê ji Rojava Tv re axivîn û diyar kirin ku ew ê heta misogerkirina mafê zimanê Kurdî, dê çalakiyên xwe bidomînin.

Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmên piştigiriya Zimanê Kurdî bi dawî bû.

Share This Article