LI QAMIŞLO SALA NÛ YA XWENDINÊ DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Îro sala xwendinê ya 2025- 2026’an li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.

Xwendekar çûne dibistanan û bi eşqeke mezin dest bi sala xwe ya xwendinê kirin.

Piştî 3 mehan ji betlaneya havînê, dibistanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê careke din deriyê xwe ji xwendekaran re vekirin û sala nû ya xwendinê dest pê kir.

Li Bajarê Qamişlo xwendekaran bi coş û kêfxweşiyeke mezin berê xwe dan dibistanan da ku pêşwaziyê li sala xwendinê ya 2025/2026’an bikin.

Ji dibistaneke bajarê Qamişlo Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê Gulîstan Ismaîl behsa hurguliyên sala nû dike.

Li aliyekî din, Mamosteya dibistana Bolis Yaqûb Hena Ezam jî da zanîn ku xwendekaran bi coşeke mezin sala xwendinê pêşwazî kirin.

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê zêdetirî Hezar û 700 dibistanî bi tevahî pêdiviyên xwe ji bo xwendekaran hatine amadekirin.

Share This Article