ÎRO 10’Ê ADARÊ ROJA CILÛBERGÊN KURDÎ YÊN RENGÎN E

Rojava Tv
1 Min Read

Îro 10’ê Adarê roja cilûbergên kurdî ye. Cilûbergên folklorî nasnameya neteweyan vedibêjin.

Kurd jî di aliyê folklorî û li xwekirina cilan de xwedî dîrokeke kevnar û dewlemend in.

Derbarê vê rojê de şêniyên bajarê Hesekê ji Rojava TV re axivîn û gotin, ji bo ku çanda lixwekirina cil û bergên Kurdî zindî bimîne, divê Kurd herdem xwe bi cilên Kurdî bixemilînin.

Hersal di 10 adarê de roja cil û bergên kurdî li seranserî Kurdistanê tê pîrozkirin.

Tevî ku di dîrokê de gelê Kurd rastî komkujî û planên pişaftina çandî hatine, lê tim çanda xwe ya dêrîn parastine.

Îro li Rojavayê Kurdistanê kelepûra kevnar tê vejandin û Kurd bi lixwekirina cilên Kurdî, vê rojê pîroz dikin.

şêniyên bajarê Hesekê ji Rojava Tv re axivîn û behsa taybetmendyên cilûbergên Kurdî kirin.

Her wiha şêniyan gotin, ji bo ku çanda lixwekirina cil û bergên Kurdî zindî bimîne, divê Kurd herdem xwe bi cilên Kurdî bixemilînin.

Di vê rojê de, gelek kes cil û bergên Kurdî li xwe dikin, dadikevin kolanan û hin jî bi bîranîn, name û şahiyan pîroz dikin.

Share This Article