Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ji bo îmzekirina pirtûka nivîskar Mihemed Welîd ya bi navê Berxwedaniya Jinan şahiyek lidarxist.
Şahiya îmzekirina pirtûkê bi beşdariya bi dehan, rewşenbîr, nivîskar û endamên PYD’ê pêk hat.
Di şahiyê de axaftin hatin kirin, axêveran behsa rola nivîskaran û xwendina pirtûka kirin û piştgirî dan vê yekê.
Di dawiyê de pirtûka Berxwedaniya Jinan hate îmzekirin û li beşdaran hat belavkirin.
