LI QAMIŞLO PERWERDE JI XWENDEKARAN RE HATIN VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya Dibistanan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê perwerdeyên xurtkirina astan ji bo xwendekarên ku dê derbasî zanîngehan bibin, vekiriye.

Di perwerdeyê de xwendekar li ser biranşên ziman û zanistî tên perwerdekirin.

Rêveberiya Dibistanan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê perwerdeyên xurtkirina astan ji bo xwendekarên ku dê derbasî zanîngehan bibin, vekiriye.

Perwerde di hefteyê de 3 rojan li dibistanên Şehîd Omîd, Şehîd Kerîm û Şehîd Azad Qamişlo yên bajarê Qamişlo tên dayîn.

Rêvebera Navenda perwerdeyê ya Şehîd Kerîm, Welae Fereman diyar kir ku Ev perwerde lêvegereke ji bo amadekariyên ji ezmûna zanîngehê re.

Her wiha Xwendekar Delîl Ebdulkerîm Saroxan jî da zanîn ku wan sûd ji perwerdeyê girtiye û ew ji bo ezmûna zanîngehê amade ne.

Li gorî Rêveberên navendên perwerdeyê armanca perwerdeyê xurtkirina asta xwendekaran di biranşên zanistî yen mîna Bîrkarî, Zanyarî, Fîziya û Kîmya ye.

Share This Article