LI QAMIŞLO JI BO ŞEHÎN NÛREDDÎN SOFÎ KONÊ SERSAXIYÊ HAT DAYÎN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclîsa malbatên şehîdan a bajarê Qamişlo îro konê sersaxiyê ji bo Fermandar şehîd Nûredîn Sofî veda.

bi sedan welatiyên herêmê, PYD’ê, endam û rêveberên rêveberiya xweser , malbatên şehîdan û rûspiyên kantonê berê xwe dan bin kon û sersaxî ji malbata şehîd Nûredîn re xwestin.

merasîma sersaxiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre axaftin li ser navê meclisa malabatên şehîdan, PYD, kongira îslama demokratîk û hêzên leşkerî hat kirin.

axêveran sersaxî ji malbata şehîd Nûredîn û gelê kurd re xwestin û soza şopandina rêya şehîd dan.

her wiha anîn ziman ku, dê armanca şehîd nûredîn pêk bînin û bîranînên wî her dem jiyanî bikin.

Merasîm bi berzkirina siloganên şehîd namirin bi dawî bû .

Share This Article