Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 20 kamyonên barhilgir pêşkêşî Şaredariya Gel a Hesekê kir.
Şaredariya Gel a Hesekê der barê wergirtina alavan de daxuyaniyek li Çerxerêya Panorama ya li taxa Xiwêran da.
di daxuyaniyê de hat gotin: “Ji ber ku alavên şaredariyê kevin bûbûn û bi domdarî xirab dibûn me hemahengî bi Rêveberiya Xweser re kir da ku alavên nû bikire.
her di daxuyaniyê de bang li hemû şêniyên bajar hat kirin ku bi şaredariyê re bibin alîkar, çopê neavêjin erdê û pabendî dema diyarkirina rakirina çopê bibin.
