Li bajarê Qamişloyê bi pêşengiya jinan û jinên ciwan meşeke girseyî ji bo piştgiriya YPJ‘ê û qebûlkirina statuya wê hat lidarxistin.
Di meşê de ku bi pêşengiya jinan û jinên ciwan hate lidarxistin, şêniyên bajarên Qamişlo, Dêrik û Tirbespiyê, şervan û fermandarên YPJ‘ê, jinên çalakvan, rewşenbîr û endamên tevger û rêxistinên jinan ên herêma Cizîrê beşdar bûn.
Meş ji Çerxerêya Sonî dest pê kir û li Qada Şehîdan veguherî mîtîngê.
Di meşê de alên YPJ‘ê, wêneyên şervanên wan yên di şerên li dijî DAIŞ’ê de şehîd bûne û pankartên bi nivîsên piştgiriya YPJ’ê hatin hildan.
Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Gulîstan û fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn hatin kirin.
Axêveran tekez kirin ku divê parastina mafê jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de bê mîsogerkirin, ev jî dê bi têkoşîna jinan û civakê pêk bê.
Mîtîng bi diruşmên ” Jin Jiyan Azadî ” bi dawî bû.
