ENCUMENA CIWANAN A PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ LI MINBICÊ CIVÎNEK LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Bi armanca jinûve avakirina Encumena Ciwanan li bajarê Minbicê û gundewarê wê, encumena Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê duyemîn civîna xwe li bajarê Minbicê li dar xist.

Civîn îro bi deqeyeke Rêzgirtin dest pê kir û piştre Rapora salê hate xwendin û nîqaş li ser hate kirin.

Cîgira giştî ya Encumena Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Bêrîtan Roj diyar kir ku mîna van Civînan dê bibe bersiv ji Êrîşên dagirkeriya Dewleta Tirk re.

Her wiha diyar kir ku ew dixwazin ciwanan bi rêxistin bikin.

Share This Article