Komîteya Serbixwe ya Sûryê, îro bi armanca avakirina yekrêziya kurdî Panelek li bajarê Qamişlo li dar xist.
Beşdarên panelê diyar kirin ku, gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û pêwîste di pêvajoyê de kurd hebûna xwe misoger bikin.
Komîteya Serbixwe ya Sûryê, îro bi armanca avakirina yekrêziya kurdî û bi sernavê “Destpêşxeriya Gelêrî ya Kurdî ya Serbixwe (Federalî Çareserî ye) Panelek li Hola Zana ya li bajarê Qamişlo li dar xist
Panel bi beşdariya Endam û rêveberên partiyên siyasî yên kurdî, rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar û kesayetên serbixwe li dar ket.
Di panelê de hate diyarkirin ku, gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û pêwîste di pêvajoyê de hebûna xwe misoger bike.
Her wiha di panelê de bal hate kişandin ser kiryarên rejîma Baas a berê yên li dijî gelê Kurd û hat destnîşankirin ku bi salan nasnameya gelê Kurd hatibû xespkirin.
Panela Komîteya Serbixwe ya Sûryê piştî nirxandinan, bi nîqaş û pêşinyarên beşdaran berdewam kir.
