LI QAMIŞLO 745 ŞEHÎD HATIN BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê 745 şoreşgerên tevgera rizgariya Kurdistanê û Rojava yên di demên cuda de şehîd bûbûn bi bîr anîn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre Mahsûm Hesen li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan axivî.

Mahsûm, şehîd Mahsûm Korkmaz û hevrêyên wî bi bîr anîn û soza şopandina rêça şehîdan heta serkeftinê da.

Hesen diyar kir ku bibîranîna şehîdan ne tenê merasîm û rakirina wêneyên wan e, lê dive ew di tevahî aliyên jiyanê de amade bin.

Di merasîmê de dayikan mûm li ber wêneyên şehîdan pêxistin.

Piştre sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîdên Kurdistanê ji berxwedana 14’ê Tîrmehê bigire heta bi Pêngava 15’ê Tebaxê û Şoreşa Rojava hat temaşekirin.

Share This Article