Bi hezaran xelkên rojavayê kurdistan 5 şervanên azadiyê ku li cih û demên cuda de şehîd bibûn bi merasîmeke girseyî, li goristana şehîd delîl saroxan ya bajarê qamişlo oxirkirin û ji bo 3 şehîdan jî bi merasîma xiyabî hat lidarxistin.
Di merasîmê de malbatên şehîdan, saziyên civaka sivîl, hêzê leşkerî, rûspiyên herêmê û xelkên bajarê qamişlo beşdar bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir, piştre li ser navê meclisa malbatên şehîdan , hêzên leşkerî û rêvberiya xweser axaftin hatin kirin, tevahî şehîdên azadiyê hatin bîranîn û soza domandina xeta şehîdan hate nûkirin.
Merasîm bi xwendina nasnameyên şehîdan û berzkirina siloganên şehîd namirin bi dawî bû .
