Ji ber gelek pirsgirêkan piraniya taxên bajarê Qamişlo di tariyê de ne, ev yek jî li gel xelkên deverê bûye cihê nerazîbûnê.
Şaredariya gel a bajarê Qamişlo ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê di nava hewldanan de ye.
Welatiyên Bakur û Rojhilatê û Rohilatê elektrîkê bi riya cenetoran peyda dikin.
Lê di demên dawî de, li piraniya taxên bajarê Qamişlo cenetor ji xizmetê derketine û li gel germahiya havînê zehmetiyên xelkê deverê zêdetir dibin.
Welatiyê bi navê Mihemed Yûsif ji taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ye, dibêje dema elektrîk qut dibe, zehmetiyên jiyanî rû didin, her wiha diyar dike ku sedema ku dihêle cenetor ji xizmetê derkevin, ew e ku barê wan tê girankirin.
Xwediyê cenetorê dibêje, perçeyên cenetoran li herêmê peyda nabin, dema centor ji xizmetê derdikevin ew neçar dibin perçeyan ji derve bigirin, ev yek jî barê wan giran dike.
Şaredariya gel a bajarê Qamişlo ji bo çareserkirina pirsgirêka sekinandina cenetoran bi xelkê herêmê û xwediyên cenetoran re civiya.
Her wiha komîteyek ji meclisa bajar, komîteya sotemeniyê û komîteya pîşesazî re ava kir, da ku vê mijarê bişopînin û çareser bikin.
