Komeleya Warşîn di çarçoveya xweşikkirina cihên bêhnvedanê û bilindkirina asta paqijiya hewayê, 12 darên çamê û 35 gulên hilkişînê li “Parka Arî” ya li bajarê Qamişlo çandin.
Komeleya Warşîn bi hemahengiya Desteya Ekolojiyê û beşê jîngehê yê Şaredariya Gel a Qamişloyê re, li Parka Arî ya li taxa Siyahî ya Qamişloyê dar çandin.
Komeleyê ji bo xweşikkirina parkê û armanca paqijiya hewayê 12 darên çamê û 35 gulên hilkişînê çandin.
Komeleyê ji destpêka salê ve zêdetirî 350 dar li nava bajêr çandine û projeyên wan ên ekolojîk dê bidomin.
