Mislimanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî rêûresmên ola îslamê, bi hilhatina rojê re herikîn mizgetan û nimêja cejnê pêşkêş kirin û hêviya azadiyê xwestin.
Kamereya Rojava TV li her du kantonên Minbic û Reqayê rêûresmên nimêja cejnê şopand.
Li herdu kantonan bi hezaran welatî ji berbanga sibehê ve berê xwe dan mizgeftan û nimêja cejnê kirin, her wiha lava kirin ku ev cejin bibe wesîleya belavbûna aştî û aramiyê li herêmê.
Li mizgeftan cejn li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat pîrozkirin û hêvî kirin ku ev cejin bibe boneya belavbûna aramiyê li Sûriyê.
