Însiyatîva azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê, ji bo nîqaşkirina sedem û armancên komployê, komxebatek li bajarê Kobanê li dar xist.
Bi dehan nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinên jinan tevlî komxebatê bûn.
Di komxebatê de behsa derbasbûna Rêber APO ya ji bo Kobanê, destpêkirina komployê û dîlgirtina Rêber APO hate kirin.
Her wiha di komxebatê de giringiya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber APO hate vegotin û banga mezinkirina asta berxwedaniyê hate kirin.
Komxebatê bi nêrîn û pêşnîyaran bi dawî bû.
LI KOBANÊ SEDEMÊN KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ HAT NÎQAŞKIRIN
