JINÊN HESEKÊ JI BO ŞERMEZARKIRINA TUNDIYA LI DIJÎ JINAN DAKETIN QADAN

Rojava Tv
1 Min Read

Li bajarê Hesekê jî, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Kongra Star meşeke girseyî li dar xist.

Meş di bin diruşmeya “Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komînal ava bikin” hat lidarxistin.

Bi sedan jinên ji Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hol, Şedadê, Mergeda, koçberên kampên Serêkaniyê û Waşûkanî û koçberên ji bajarên Efrînê beşdarî meşê bûn.

Meşê ji Çerxerêya Merşo dest pê kir û li Qada Aştiyê veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Koordînasyona Kongra Star û Meclisa PYD’ê ve hate kirin.

Axêveran diyar kirin ku bi saya firkê rêber APO riya azadiyê li pêşiya wan hat vekirin. Her wiha tekez kirin ku ew ê qebûl nekin ku careke din mafên wan werin çewisandin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Jin Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Share This Article