Ji bo bîranîna şehîd Zîlan li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê şanoya ‘Zîlan’ hate pêşandan.
15 listikvanên koma Şehîd Yekta şano pêşkêş kirin. Ehme Muşîd û Necah Îbrahîm jî derhêneriya wê kirin.
Koma Şehîd Çiya şano nivisiye û piştî xebatên du mehan, şano li dika Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hate pêşandan.
Beriya şano were pêşandan, hevseroka Encumena Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û rola mezin a ku şehîd Zîlan di nivîsandina dîroka jinan û Kurdistanê de lîstiye, silav kir.
Her wiha lîstikvan û derhênerên şanoyê ji Rojava Tv re axivîn û diyar kirin ku bi riya şanoyekê xwestin hestên xwe ji şehîd Zîlan re derbirîn bikin û wê bi bîr bînin.
