LI KOBANÊ NAVENDA YEKÎTIYA HUNERMENDAN HATE VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Navend bi beşdariya bi dehan şênî, hunermend û nûnerên rêveberiya xweser hat vekirin.

Di şahiya vekirinê de û piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê yeketiya hunermendan û endamên saziyan ve hate kirin.

Kesên axivîn diyar kirin gelek beşên hunerê di herêma Firatê de hene, hêjaye ku yekîtiyek ji bo wan bê avakirin.

Di dawiyê de jî, hunermendan hunera xwe pêşkêş kirin û kesên hazir bi coşek mezin tevlî şahiyê bûn.

Share This Article