Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jin a bajarê Kobanê îro bi dirûşma”mêtingeriya zayendî sûc e.. tevlî veşartina wê Ne bin” hemleya belavkirina biroşoran li dar xist.
Hemle li dijî diyardeya kuştin û xwekuştina jinan, her wiha ji bo hişyarkirina civakê hat lidarxistin.
Di hemleya ku wê du mehan berdewam bike de, dê biroşor werin belavkirin, semîner li navçe û taxan werin dayin û serdana malbatan were kirin.
Hejmara biroşorên ku îro hatin belavkirin hezar û 200 Biroşor bûn ku li taxên sereke û bazara bajarê kobanê hatin belavkirin.
