BERTEKÊN LI DIJÎ CEZAYÊ DARVEKIRINA 2 ÇALAKVANÊN KURD BIHÊZTIR DIBIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi hinceta endamtiya Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê ye, desthilata Îranê cezayê darvekirinê li çalakvan û rojnamevanên Kurd Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemedî ku li Îranê tê girtin, birî.

ji bo berdewakirina kiryarên xwe, desthilata Îranê hevdîtina Pexşan Ezîzî ya bi parêzer û malbata wê re qedexe kir.

parêzer Xufran Xelef di vî derbarî de got ku desthilata Îranê bi van kiryarên xwe dixwaze tevgerên jinan yên di Îranê de çalak biçewisînin.

parêzer Xufran Xelef da zanîn ku desthilata Îranê ji aliyê kiryarên li dijî jinan de erşîfe wê ya Dîrokî heye û divê tevgerên jinan li tevahî cîhanê bi rola xwe ya bi bandor rabin da ku rê li ber vê yekê bigirin.

her dawî jî desthilata Îranê Li girtîgeha Ewlehiya Bilind ya Evînê ya Tahranê 37 girtiyên jin ên siyasî, bi hinceta ku cezayê darvekirinê ya li dijî rojnamevan Pexşan Ezîzî şermezar kirine, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve qedexeya hevdîtina bi malbat û parêzeran re li wan hate birîn.

Share This Article