LI KOBANÊ JIN JI BO PIŞTGIRIYA YPJ’Ê MEŞIYAN

Rojava Tv
1 Min Read

Di çaçroveya bernameya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, Meclisa Kongra Star a bajarê Kobanê; meşek ji bo piştgiriya YPJ’ê li dar xist û banga parastina statûya wê kir.

Di meşê de alên YPJ’ê û Kongra Star hatin hildan û bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana YPJ`ê” , “Berxwedan jiyane”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Meş li qada Şehîd Egîd weguherî mitîngê û ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Kobanê Arîn Kobanê axivî.

Arîn Kobanê anî ziman ku di şexsê YPJ`ê de jinan hebûna îsbat kirin. Ji ber wê dê jin li gel Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şervanên YPJ`ê li ber xwe bidin, hata ku mafên wan di destûra Sûriyeyê de werin mîsogerkirin.

Mitîng bi dirûşma “Berxwedan jiyan e” û”Bijî berxwedana YPJ`ê” bi dawî bû.

Share This Article