QUTKIRINA AVA STASYONA ELOKÊ REWŞA WELATIYÊN HESEKÊ ZEHMET KIRIYE

Rojava Tv
1 Min Read

Gerînendeya Avê ya Kantona Hesekê ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve, duh kantona Hesekê û navçeyên wê weke herêma karesatê ragihand.

Ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve, dewleta Tirk zêdetirî 40 carî ye ava Stasyona Elokê qut dike.

Bi qutkirina avê re, nêzîka milyon û nîvek welatiyên kantona Hesekê, navçeya Til Temir û her du kampên Serêkanî û Waşûkanî bê av dimînin.

Hevserokê Gerînendeya Avê ya Kantona Hesekê Îsa Yûnis dibêje, herêm bi karesateke mirovî re rû bi rû ye.

Share This Article