Bi hezaran şêniyên Kobanê bi merasîmekê şervanê YPG’ê Kendal Kortik li goristana şehîd Dicle oxir kir û sê şehîdên din jî bi bîr anîn.
Şervanê YPG’ê Mihemed Ehmed bi nasnav Kendal Kortik di 26’ê Çileyê de li bajarê Çelebî şehîd bû.
Her wiha şervanên YPG`ê Gîvara Kobanê di 18’ê Çileyê de li Dêrazor, Agirê Zagros û Siyajîn jî li Reqayê şehîd bûne, hatin bi bîr anîn.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan, TEV-DEM û rêhevalên şehîd ve hate kirin.
Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina riya wan da.
Piştî axaftinan, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyê şehîd Kendal bi dirûşmên “Şehîd namirin” oxir kirin.
