LI KANTONA REQAYÊ MÎHRÎCANA “ŞEVÊN FIRATÊ” BI RÊ VE DIÇE

Rojava Tv
1 Min Read

Li kantona Reqayê Mîhrîcana “Şevên Firatê” bi hevkariya Desteya Çandê û Koma Firatiyon li qada Navenda Çandê ya kevin a li Reqayê duh dest pê kir.

Mîhrîcan dê 3 rojan bidome. Armanca wê jî, piştgiriya şêniyan e.

Di mîhrîcanê de, şevbuhêrk, pêşbirg, li dar dikevin, cil û berg, amûrên dibistanê, kel û pelên malan, tên firotin, li kêleka wê çalakiyên bazirganî û aborî hene.

Endamê Koma Firatiyon Fîras Remadan axivî û bixêrhatina mêvanan kir.

Piştî axaftinê mîhrîcanê bi agirbaziyê dest pê kir. Dûre sinevizyonek der barê amadekariyên mîhrîcanê de hate pêşandan. Her wiha komên hunerî yên beşdar stranên têkildarî mîrasa çandî ya Reqayê pêşkêş kirin.

Share This Article