LI KAMPÊN KOÇBERÊN SERÊKANIYÊ PROSEYA PERWERDEYÊ DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Sala xwendinê ya nû li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir, lê ji ber mercên koçberiyê, rewşa xwendinê li kampên koçberên Serêkaniyê zehmet e.
Li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê yên koçberên Serêkaniya dagirkirî zêdetirî 6 hezar xwendekar di 6 dibistanan de dixwînin.
Ji ber şert û mercên koçberiyê, xwendekar di nava rewşeke zehmet de dixwînin.
Ti rêxistinên mirovî alîkariyê pêşkêşî her du kampan nakin, bi tenê Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe yên berdest, alîkariyan pêşkêş dike.

Share This Article