PARÊZGERÊ HESEKÊ NÛREDÎN ÎSA DEST BI KARÊ XWE KIR 

Rojava Tv
1 Min Read

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa bi amadebûna rêveberên Hêzên Asayîşê, bi şandeyeke rûspiyên bajêr re civiya.

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa li avahiya parêzgariyê pêşwaziya şandeyeke rûspiyên Kurd û Ereb ên bajarê Hesekê kir.

Di hevdîtinê de ji rêveberên Hêzên Asayîşê Mehmûd Xelîl Elî amade bû.

Nûredîn Îsa diyar kir ku yekitî, ewlehî û rûmeta welatiyan û pêşkêşkirina xizmetan, xebatên wan ên pêşîn in û soz da ku ew ê bibe parêzgarê tevahî xelk, pêkhate û mezheban e.

Rûspiyan jî Nûredîn Îsa ji ber mîsyona parêzgariyê pîroz kir û hêviya serketinê jê re xwest.

Her wiha fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Merwan El Elî yê ji aliyê hikumetê ve hatiye tayînkirin jî serdana parêzger Nûredîn Îsa kir.

Share This Article