Meclisa Jinên Sûrî bi semînerekê biryara 2254 ya Encumena Ewlekariya Navdewletî ya têkildarî aloziya Sûriyê, li bajarê Qamişlo nîqaş kir. Endamên meclîsê, jinên serbixwe, nûnerên yekîtî û tevgerên jinan beşdarî semînerê bûn.
Di semînerê de bendên biryara navneteweyî ya 2254 hatin xwendin û şîrovekirin.
Her wiha nîqaş li ser giringî û çawaniya cîbicîkirina xalên wê di pratîkê de hatin kirin.
Paşê sinevizyonek jî li ser biryarê hate pêşandan.
Beşdarên civînê jî nêrînên xwe bi parve kirin û hêvî kirin ku aştî û aramî li her deverê serwer bibe.
Encumena Ewlekariya Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî sala 2015’an ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê biryara hejmar 2254 derxist.
