LI HESEKÊ XEBATA PAQIJIYÊ DEWAM DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Xebata paqijiyê ku ji aliyê Meclisa Bajar a Hesekê ve hatiye organîzekirin, li taxên bajar û gundan dewam dike.

Xebata paqijiyê ku 23‘yê Hezîranê ji aliyê Meclisa Bajar a Hesekê ve hatibû organîzekirin, dewam dike.

Di çarçoveya bernameya xebatê de, îro taxên li rojavayê bajar hatin paqijkirin, piştre tîmên xebatê derbasî taxên rojhilat bûn.

Hêjayî bîrxistinê ye ku beriya 2 rojan jî, bi beşdariya endamên saziyên sivîl û leşkerî Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê hatibû paqijkirin.

Share This Article