Li bajarê Hesekê jî salvegera Pêngava 15`ê Tebaxê li Parka 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin.
Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û QSD’ê axavtin hatin kirin, axêveran gotin, destkeftiyên hatine bidestxistin berhemên keda şehîdan û pêngava 15’ê Tebaxê ne.
Di şahiyê de stran hatin gotin û govend hatin gerandin. Girse li ber stranan govend gerandin.
Bi hezaran şêniyên kantona Firatê jî salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li qada Şehîd Egîd ya naverasta kobanê pîroz kirin.
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mihemed Bozê di axaftina xwe de Pêngava 15’ê Tebaxê wekî serhildana li hember siyaseta înkar û tundiyê bi nav kir.
Di pîrozbahiyê de stran hatin gotin û helbest jî hatin xwendin.
Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî li qada Şehîdên Berxwedana serdemê bi dirûşmeya “Bi rihê Pêngava 15’ê Tebaxê, destana vejînê ber bi civakeke demokratîk, aştî û misogerkirina azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve” pîrozbahî li dar xist.
Li ser navê şêniyên her du taxan Bêrîtan Botan axivî û piştrast kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê li seranserê Kurdistanê çirûska şoreşan pêxist.
Piştî axaftinan komên mûzîk û govendan hunerên xwe pêşkêş kirin. Pîrozbahî bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.
