Li bajarê Hesekê, pêngava tomarkirina xwendekarên biranşa rejîma berê ji bo pêkanîna ezmûnan, di roja xwe ya duyem de berdewam dike.
Ji saetên sibehê ve, bi dehan xwendekaran berê xwe dan navenda Rêveberiya Dibistanan a li taxa El-Nasira, û xwe tomar kirin.
Hêjayî gotinê ye ku pêvajoya tomarkirina xwendekarên xwendina navîn dê heya 17’ê Hizêranê dirêj bike.
10’ê Hezîranê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser û Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê, li hev civiyan.
Di civînê de mekanîzmaya hevbeş a proseya ezmûnên qonaxên navîn û amadehî yên biranşa rejîma berê hat nîqaşkirin, her wiha Desteya Perwerde û Fêrkirinê biryarên taybet ji bo tomarkirina navên xwendekaran û diyarkirina navendan, dan.
