DAXWAZÊN LIDARXISTINA DIYALOGEKE NIŞTIMANÎ YA SÛRÎ ZÊDETIR DIBIN

Rojava Tv
1 Min Read

Gelê herêma bakur û rojhilatê sûriyê jî ji bo Diyaloga Niştimanî ya Sûrî ya ku hemû pêkhateyên herêmê di nava xwe de bi hewîne di nava hewldanan da ne.

xelkên kantona Reqayê anîn ziman ku,pêwîste diyaloga niştimanî ya sûrî hemû pêkhateyên sûriyê di nava xwe de bi hewîne.

Di demekê de ku sûriyê di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û geşedanên cûr bi cûr rû didin, daxwazên ji bo lidarxistina diyalogeke niştimanî ya sûrî zêde dibin.

Gelê herêma bakur û rojhilatê sûriyê jî ji bo Diyaloga Niştimanî ya Sûrî ya ku hemû pêkhateyên herêmê di nava xwe de bi hewîne di nava hewldanan da ne.

Derbarê lidarxistina diyalogê de, Parêzer Umer El elî yê ji bajarê Reqayê got, pêwîste diyaloga niştimanî ya sûrî hemû pêkhateyên sûriyê di nava xwe de bi hewîne.

Her wiha welatiyê bi navê Deham Elqamişlî jî diyar kir ku, sûriyê ya hemû sûriyane û divê mafên her kesekî bi reng, ol û baweriya xwe bê parastin.

Share This Article