LI HESEKÊ KOMÎTEYA ÇAND Û HUNERÊ PÊŞANGEHEKE HUNERÎ VEKIR

Rojava Tv
1 Min Read

Komîteya Çand û Hunerê li Hesekê pêşangeheke hunerî vekir ku têde 110 tabloyên hunerî yên 35 şêwekarên bajêr hatin pêşandan, vekir.
pêşangeh Bi dirûşma “Ji bo piştgiriya berhemên ciwanan” li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a taxa Muftî ya Hesekê bi beşdarbûna hunermend, rewşenbîr, wênesaz û endamên Navenda Çand û Hunerê hat lidarxistin.
Şêwekar Xezne Ebûd nêzî 45 tabloyên biçûk û mezin û 35 tabloyên ku bi destan hatina çêkirin û berhemên şêwekariyê yên derbarê filklore de pêşkêş kirin.
endamê Komîteya çand û huner ya Hesekê Mihemed Cûdî diyar kir ku armanc ji lidarxistina pêşangehê ku piştgiriya berhemên ciwanan bikin.
Di dawiya pêşangehê de koma Xabûr stran gotin.

Share This Article