LI HESEKÊ JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD NÛREDDÎN SOFÎ ŞAMPIYONEK HATE LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi armanca bîranîna fermandar Nûreddîn Sofî, Meclisa Sporê ya Desteya Ciwan û Sporê ya Kantona Cizîrê Şampiyoniya Boksê li hola werzîşê ya li Hesekê li dar xist.

Di çalakiyê de, Piştî deqeyek rêzgirtinê, Ji rêveberên Federasyona Sporê Şiyar Xanim diyar kir ku şampiyon ne tenê navek e, lê çîrok û bîranîna şehîd e.

Di merasîma vekirinê de, zirxek pêşkêşî malbata şehîd Nûreddîn Sofî hat kirin û hejmarek saziyên sivîl û ewlehiyê yên ku beşdar bûn hatin xelatkirin.

9 tîmên ji bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî şampyonê bûn. Di dawiya Şampiyonê de, lîstikvanên serketî hatin xelatkirin.

Di çalakiyê de Koma Artsaxê أرتساخ ya Ermenî govendên folklorî pêşkêş kir.

Share This Article