LI HESEKÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO MEŞEKE GIRSEYÎ HATE LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan şêniyên bajarên Hesekê, Til Temir û Til Birakê, koçberên Serêkaniyê, niştecihên kampên Weşûkanî û Serêkaniyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan .

Meş ji çerxerêya Sînalko ya li taxa Til Hecer a Hesekê dest pê kir û li Parka Serok a li taxa El Nasra rawestî û veguherî mitingê.

Di mitingê de axaftin ji aliyê Kongra Star û PYD hatin kirin û hate gotin ku Dijminên kurdan û azadiyê her tim hewl didin gel ji Serok û ramanên wî dûr bixin .

her wiha axêveran ji bo azadiya Rêber Apo banga bilindkirina asta têkoşînê kirin .

meş bi diruşmên bê seroka jiyan nabe û azadî ji rêber Apo re bi dawî bû .

Share This Article