WELATIYÊN QAMIŞLO ŞEHÎDÊN TEQÎNA TAXA XERBÎ BI BÎR ANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya 9’emîn salvegera teqîna li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo şêniyên bajêr li cihê teqînê kom bûn û deqeyek rêz girtin.
Di 27’ê Tîrmeha 2016’an de çeteyên DAIŞ’ê li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi kamyoneke bombebarkirî êrişek pêk anîn.
Di encama vê teqînê de, 62 kes şehîd û zêdetirî 176 kes jî birîndar bûn.
Îroj 9 sal di ser vê bûyera bi êş re derbas dibin. Ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê welatiyên Qamişlo çûn cihê bûyerê û deqeyekê li ser giyanên şehîdan rêz girtin.
Di kombûnê de welatiyan diyar kirin ku heta xwîn di canê wan de hebe, ew ê li pey şopa şehîdan bimînin.

Share This Article