Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê bi sernavê “Serê Kaniyê.. dîrok û rewşa niha” semînerk li bajarê Hesekê li dar xist.
Semîner bi amadebûna bi dehan rewşenbîr û nivîsar li parka xwendinê ya li bajarê Hesekê ji aliyê Lêkolîner Mihemed Ceza ve bi rêve çû.
Mihemed Cezaa di semînerê de dîroka niştecîbûna li bajêr û pirrengiya wan a çandî û civakî nirxand û diyar kir ku ev pirrengî bûye mozaîkek dewlemend.
Lêkolîner Mihemed Cezaa bal kişand ser dagirkirina Serê Kaniyê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve û da zanîn ku dewleta Tirk demografiya bajêr guhertiye û hewl dide nasnameya wê ya rastîn tune bike.
Di dawiya semînerê de, beşdaran jî nêrîn xwe anîn ziman û bal kişandin ser girîngiya belgekirina dîroka bajêr û parastina mîrata wê ya arkeolojîk û mirovî.
