Bi tevlîbûna bi sedan beşdaran yekîtiya jinên Ciwan a Herêma Firatê xwepêşandaneke girseyî li dar xist û tê de azadiya rêber Abdullah Ocalan xwestin.
Xwepêşandan îro ji qada jina azad ya li bajarê Kobanê dest pê kir û li gundê El Pilûr ku rêber Ocalan lê maye veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de rêveberiya yekitiya jinên ciwan firiyal temê axivî û got ku dê Dewleta tirk bi dîlgirtina rêber abdullah Ocalan nikaribe fikir û felsefeya wî dûrî me bixe .
Xwepêşandêran tekez kirin ku heya rizgarkirina rêber ocalan ew ê her dem li qadan bin û çalakiyan li dar bixin.
