4’Ê NÎSANÊ ROJBÛNA RÊBER APO, ROJA VEJÎN Û ZAYÎNA MIROVAHIYÊ YE

Rojava Tv
1 Min Read

Rêber Abdullah Ocalan ê ku pêşengiya bîrdoziya Konfederalîzma Demokratîk a ku azadiya jinê, demorasî û civakek ekolojîk dike, di 4’ê Nîsana 1949’an de li gundê Amara yê girêdayî Rihaya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû.

Di 4’ê Nîsana îsal de temenê Rêber Abdullah Ocalan dibe 76 sal.

bi vê boneyê, rêveber û endamên desteya çandê ji Rojava Tv re axivîn û Rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.

Hevserokê Desteya Çandê ya kantona Cizîrê Ilyas Sîdo diyar kir ku rojbûna Rêber Apo, rojbûna mirovahiyê ye.

Endamê desteya çandê û hunermed Danîş Botan jî anî ziman ku bi rojbûna Rêber Apo re, gelê Kurd ji bindestiyê xelas bû.

Rêber Abdullah Ocalan ku jiyana xwe ji bo doza azadiya gelan feda kir, ev 26 sal in girtiye.
Tevî hemû şert û mercên dijwar ên Rêber Apo têde jiyan dike jî, lê her ji bo azadiya gelan têdikoşe û 27’ê sibata îsal jî banga aştî û civaka demokratîk pêşkêş kir .

Share This Article