Meclisa Malbatên Şehîdan ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bi boneya bîranîna lehengên hefteya lehengiyê, mûm li ser goristana şehîdan pêxistin.
Endamên Meclisa Malbatên şehîdan, tevgera ciwanên şoreşger, PYD’ê û rêxistinên jinan beşdarî merasîma bîranînê bûn.
Di merasîma bîranînê de axaftin hatin kirin û di şexsê şehîdên hefteya lehengiyê de hemû şehîdên azadiyê hatin bibîranîn.
Her wiha hate gotin, bi saya şehîdên hefteya lehengiyê jiyaneke azad û birûmet li Kurdistanê hate avakirin.
Piştre mûm li ser gorên şehîdên azadiyê hatin pêxistin.
