Meclisa taxa Eşrefiyê ya kantona Helebê perwerdeyek vekirî derbarê xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li dar xist.
Bi dehan endam û rêveberên meclisê li navenda Meclisê kom bûn û tevlî perwerdeyê bûn.
Perwerde ji seat 9’ê Sibehan heya seat 2’ê Nîvro de tê dayîn.
Di perwerdeyê de parêznameya Sosyolojiya Azadiyê ya rêber Abdullah Ocalan tê xwendin.
beşdarên perwerdeyê diyar kirin ku parêznameya Sosyolojiya Azadiyê bûye naskirina rastiyê û çararasiya tevahiya pirsgirêkan.
Her wiha beşdaran dan zanîn ku belavkirina fikrên rêber Apo erka wan e.
