LI HELEBÊ JI BO NÎQAŞKIRINA GEŞEDANÊN DAWIYÊ CIVÎNEK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ji bo nîqaşkirina geşedanên dawiyê û pergala qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, civîneke girseyî li herêma Şiqeyêf a Helebê hate lidarxsitin.

Endama Deseteya Serokatiya PYDʹê Foza Yûsif di civînê de axivî û bal kişand ser pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û berpirsiyariyên gelê Kurd.

Foza Yûsif got, Heta niha pergala êşkence û qirkirinê dewam dike, bingeh û sedemên wê jî şkandina vîna gelê Kurd e.

Her wiha da zanîn ku, weke gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê bi fikrê Rêbertî ve girêdayî bin û gavan bi paş de neavêjin.

Di dawiyê de Endama Deseteya Serokatiya PYDʹê Foza Yûsif bang li gel kir ku, asta têkoşîn û berxwedaniyê mezintir bikin.

Civîn bi wergirtina nîqaş û nêrînan bi dawî bû.

Share This Article