Li bajarê Qamişloyê Festîvala El Hedef a Kirîn a 1ˊyemîn di nava pêşwaziya girseyî de di roja xwe ya 2’an de birêve diçe.
Festîval bi pêşkêşkirina hejmarek ji pêşandanên kêfxweşî û werzîşê û beşdariya 25 dikananên bazirganiyê, birêve diçe.
Di çalakiyên roja yekemîn de berhem hatin pêşandan, çalakiyek werzîşî ji hêla tîma tekwandoyê ya Klûba Asayîşê ve û performansên hunerî û muzîkê yên cûrbicûr hat pêşkêşkirin.
Wê çalakiyên festîvalê heta 19ˊê Tîrmehê bidomin.
