LI HELEBÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO ÇALAKIYEK HAT LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê li Helebê û Tevgera Hîlala Zêrîn ji bo azadiya rêber APO çalakiyek li dar xist.
Di çalakiyê de bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, meclis û komînan beşdar bûn.
Her di çalakiyê de axaftin li ser navê, Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo û Tevgera Hîlala Zêrîn hat kirin û hat got, Rêber Abdullah Ocalan gel ji tarîtî, teslîmbûyîn û pişaftinê ber bi rastiya wî ya mirovî, exlaqî û dîrokî ve anî.
Piştre sînevîzyonek li ser sedema têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a ji bo misogerkirina mafên gelên bindest hat pêşandan.
Di dawiya çalakiyê de Koma Agirî ya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo û Koma Şehîd Vejîn a Tevgera Hîlala Zêrîn stranên li ser berxwedan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirin.

Share This Article