ji bo şîrovekirina nameya Rêber Abdullah Ocalan ya ji jinan re, her wiha peymana ku di navbera Meclîsa Taxê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê de hatiye îmzekirin, panelek li Helebê hat lidarxistin.
Panel bi pêşengtiya Meclîsa Konger Star a Helebê û Insiyatîfa Azadiya Rêber Apo li parka Efrîn ya li taxa Eşrefiyê ya li Helebê hat organîzekirin.
Panel bi deqeyeke rêzgirtin hat destpêkirin, piştre naverok û pêvajoyên dayîna panelê bi zimanên Kurdî û Erebî hatin xwandin.
Di panelê de giringiya peyama rêbertî di vê qonaxê de her wiha asoyên çareseriyê yên peymana di navbera Meclîsa Taxên Şêxmeqsûd- Eşrefiyê û desthilata Şamê de hatin nirxandin û şîrovekirin.
jinan gotin peyama Rêber APO bang li cîhanê dike ku bi hev re yek dest bin û zimanê aştiyê bi pêş bixin.
Paşê nêrîna jineke ji Tûnisê, bi rêya senefizyonekê ji jinan re hat pêşkêşkirin.
