LI HELEBÊ 2 ŞEHÎD HATIN OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye, koçberên kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyên şervanê QSD’ê Zagros Botan û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Elûş li goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye oxirkirin.

Di merasîmê de û piştî deqeyeke rêzgirtin, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Mîdye Efrîn axivî û got: “Her du şehîd ji gel û dozê xwe re, durst û fedakar bûn”.

Ji aliyê xwe ve Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Zagros Heleb jî axivî û soz da li ser şopa şehîdan bimeşin û ewlehiya herêmê biparêzin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Piştre girseyê cenazeyên her du şehîdan spartin axê.

Share This Article