Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi merasîmekê şehîd Canşêr û Baran Efrîn ku di berxwedana bendava Tişrînê de şehîd bibûn oxir kirin.
Di merasîma oxir kirinê de, bi sedan xelkên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên sazî û dezgehên civaka sivîl û meclisa malbatên şehîdan beşdar bûn.
Her di merasê de axaftin li ser navê meclisa malbatên şehîdan hate kirin û soza xwe ya şopandina riya şehîdan nû kirin.
Di dawiya merasîmê de, wesîqeyên şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
cenazeyê her dû şehîdan bi siloganên Şehîd namirin hatin oxir kirin.
