bi dirûşma “Jina komînal misogeriya avakirina Şaredariyên demokratîk e” 2’emîn konferansa Meclisa Jinan a Yekitiya Şaredariyan li hesekê hat li darxistin.
Di konferansê de 200 delegeyên Jin Ji Şaredariyan û Nûnerên Rêveberiya Xweser, Partiyên Siyasî û Rêxistinên Jinan beşdar bûn.
Di konferansê de axaftin ji aliyê dsteya hevserokatiya PYD’ê, koordînasyona Kongra Star û Meclîsa Gelan ve hat kirin û amaje bi rola pêşeng a jinan di hemû waran de hat kirin.
piştre rapora kar û xebatên Meclisa Jinan a Yekitiya Şaredariyan hate xwendin û li ser wê nirxandinb hat kirin.
Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû û tekezî li ser Erêkirina rêziknameyê, çalakkirina têkiliya komînan bi şaredariyan hat kirin.
